Stenbol.. Hejmara qurbaniyên rûxandinaa avahiyê gihîşt 16an

Hejmara kesên ku di rûdana hilweşiyana avahiyekê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê miribûn, zêde bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara kesên ku di rûdana hilweşiyana avahiyekê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê miribûn, zêde bû.

Roja 6 vê mehê li taxa Kartal ya Stenbolê, avahiyeke 7 qatî hilweşiyabû. Dest pêkê hatibû gotin ku di wê rûdanê de 11 kes mirine.

Lê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, hejmara kesên ku di wê rûdanê de mirine, gihîştiye 16 kesan û 14 kes jî birîndar in.

Soylu da zanîn, avahiyeke din jî li kêleka wê avahiya ku hilweşiyaye, di bin metirsiya hilweşiyanê de ye, ji ber wê jî hatiye avakirin.