Eyad Elawî: Barzanî ji berî 8 mehan behsa pirsa referandûmê kir, lê Bexdayê ti tevgerek nekir

Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji berî 8 mehan behsa serxwebûna Kurdistanê kir, lê Bexdayê ti tevgerek ji bo çareserkirina wê qeyranê nekir.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji berî 8 mehan behsa serxwebûna Kurdistanê kir, lê Bexdayê ti tevgerek ji bo çareserkirina wê qeyranê nekir.”

Cîgirê Serokomarê Iraqê dibêje: “Qeyrana Herêma Kurdistanê, ne qeyrana yekem e û ne ya dawiyê, heger hat û dadperwerî û wekhevî di navbera tevahiya pêkhateyan de pêk nehat.”

Eyad Elawî di çarova civînekê ligel şandeke Komîta Hevahengiya Milî de ragihand, pêwîst e guftûgoyeke rastî bê kirin, ji bo tevahiya pirs û pirsgirêk bên çareserkirin û destûr take jêder e ji bo çareserkirinê, lê pêwîst e çend bendên nû bên nivîsandin, ta welatîbûna rastî pêk bê û wekhevî û hevqebûlkirin kûrtir bibe.