YPG: Ti hêzeke Tirkî yan a opozisyonê derbasî Minbicê nabe

YPG: Hêzên me li Minbicê nemane, ji ber ku piştî şerê DAIŞê di Tebaxa 2016an de, me tevahiya şervanên xwe ji Minbicê kişandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku li gorî rêketina di navebra wan û Hevpeymaniya Navdewletî de, ne hêzên Tirkî û nejî yên opozisyona Sûryê derbasî Minbicê nabin.

Derbarê gotinên wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu, ku gotibû ji 4 vê mehê ve, wê YPG ji Minbicê derkeve, YPG di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew nûçe nerast e û Tirkiyê ji bo piropagandeyên xwe yên berî hilbijartinan van nûçeyan belav dike.

YPG tekez jî kir, ku hêzên wan li Minbicê nemane, ji ber ku piştî şerê DAIŞê di Tebaxa 2016an de, wan tevahiya şervanên xwe ji Minbicê kişandin.

Herwiha YPG eşkere kir, ku ew li gel Hevpeymaniya Navdewletî derbarê nexşerêya Minbicê rêketine, ku ti hêzeke opozisyonê yan a Tirkiyê derbasî Minbicê nebe û tenê Encûmena Minbic a Serbazî bi erkê parastina wê deverê rabe.

N.O