Dunford û Gûler liser rewşa rojavayê Kurdistanê axifîne

Serfermandarê Artêşa Amerika Joseph Dunford bi rêya Telefonê li gel Serfermandarê Tirkiyê Yaşar Gûler re axift û rewşa rojavayê Kurdistanê hate nirxandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serfermandarê Artêşa Amerika Joseph Dunford bi rêya Telefonê li gel Serfermandarê Tirkiyê Yaşar Gûler re axift û rewşa rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.

Ev hevdîtina her du Serfermandarên leşkerî, piştî hevdîtina Trump û Erdogan hate kirin.

Erdogan di hevdîtina xwe ya li gel Trump de, gomanên xwe yên Xalên Çavdêrî yên Leşkerî, ku li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê durist kirin e,  anibû ziman.

Serfermandarê Amerîkayê jî, ji Serfermandarê Tirkiyê re gotiye: Ew xalên çavdêrî yên leşkerî ku liser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê hatine çêkirin, ji bo ewlekariya Tirkiyê û gûmanên wan, ev gav avêtine.

Serfermandarê Amerika gotiye: Aramiya li Surîyê dê bi hevkariya Tirkiyê û Amerika ku her dû endamên NATO yê ne, dê durist bibe.

 

 

C.B