Amerîka ji HSDê re: Bi rêjîmê bilez neke

Dîpolmetkarekî bilind ê Amerîkayê radigihîne, haya wan ji danûstandinên HSD û rêjîma Sûriyê heye û Washingtonê biryara xwe yekalî kiriye û hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîpolmetkarekî bilind ê Amerîkayê radigihîne, haya wan ji danûstandinên HSD û rêjîma Sûriyê heye û Washingtonê biryara xwe yekalî kiriye û hêzên xwe ji Sûriyê venakişîne.

Rojnameya “almodon” li ser zarê dîpolmetkarekî Amerîkî ku serdana Emanê paytexta Urdinê kiriye veguhastiye, di du hefteyên bûrî de rêveberiya Amerîka helwesta xwe guhartiye û daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye ku di danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re bilez neke û ti biryarên bilez negire.

Di 26ê Tîrmeha bûrî de şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku wek baskê siyasî yê HSDê ye serdana Şamê kiribû û ligel berpirsên rêjîma Sûriyê li ser avakirina komîteyan lihev kiribûn. Hat ragihandin ku di du rojên bûrî de şandeke din a PYDê çûbû Şamê, lê bê ti encaman vegeriyabû.

Wî dîplomatkarê Amerîkî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê bi hebûna hêzên Îranî yên li Sûriyê ne ve girêda û got: “Amerîka ji nêzîk ve tevgera hêzên Îranî dişopîne,bi taybet li cihên stratejîk.”

Derbarê derketina hêzên Îranî û mîlîşyayên ser bi wê ve ji Sûriyê, got: “Rûsya gelek name ji Amerîka re şandine ku hêzên Îranê dê derkevin, lê rêveberiya Amerîka bi gûman e ku Rûsya karibe Îranê ji wî welatî derbixe.”

Herwiha wî dîplomatkarê Amerîkî dûr dît ku rêjîma Sûriyê ti êrîşê li ser navçeyên ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tê de ne (bakurê rojhilatê Sûriyê) bike û got: “Ev yek dê xwekuştin be.”

Got jî: “Amerîka ta radeyekê dosya Sûriyê radestî Rûsyayê kiriye, lê bi merca dîtina çareseriyeke siyasî di riya danûstandinên Cenêvê re, ne Astanayê.”

Li ser Komîta Destûrî da zanîn ku baweriya wan bi encamên danûstandinên komîtê nayê û got: “Pirsgirêk ne di destûrê de ye, heta destûra niha ya Sûriyê jî ti pirsgirêk tê de nîne. Lê pirsgirêk di têgihîştina rêjîmê û dezgehên ewlekariyê ji destûr û yasayan re ye.”

 

S. B