Ji bo bidawîanîna şerê li Sûriyê 4 welat li Stenbolê dicivin

Civîn wê di 27ê Cotmehê de li Stenbolê bi beşdariya serkirdeyên Tirkiye, Rûsya, Almanya û Fransayê bên kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo bidawîanîna şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji aliyê gelek welat û rêxistinên navneteweyî ve hewl û xebatên çareseriyê tên dayîn. Yek ji van civînan wê di 27ê Cotmehê de li Stenbolê bi beşdariya serkirdeyên Tirkiye, Rûsya, Almanya û Fransayê bên kirin. Pisporên Tirkiyeyê dibêjin dibe ku ev lûtke ji bo çareseriya siyasî bibe destpêkek û berdewamiya wê were. Pisporên ku balê dikşînin ser cudahiya ajandayên welatên beşdar dibêjin Tirkiye dixwaze destkeftiyên xwe yên li Sûriyeyê biparêze.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ev 7 sal zêdetir e didome li gorî gelek aliyan êdî ketiye qonaxa dawî. Ji bo guftûgokirina krîza Sûriyeyê, serokdewletên Tirkiye, Fransa, Almanya û Rûsyayê wê di 27ê Cotmehê de li Stenbolê lûtkeya çaralî lidar bixin. Li aliyekî Tirkiye û Rûsyaya ku di proseya Astanayê de cih digrin û herî dawî derbarê Îdlibê de rêkeftina Soçîyê îmze kiribûn hene, li aliyê din jî du welatên Ewropayê ku di hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAÎŞê de cih digrin û ji Sûriyeyê bo pêleke nû ya penaberan di nav endîşe û fikarê de ne cih digrin.

Li gorî pisporên Tirkiyeyê, her çar welatên beşdar xwedî ajandeyên cuda ne. Pisporên ku ji bo krîza Sûriyeyê girîngiyê didin vê civînê, li ser helwesta Tirkiyeyê dibêjin, Enqere hewl dide ku destkeftiyên xwe yên li Sûriyeyê him li qadê him jî li ser maseyê biparêze.

Serokê KAFKASAMê Doç. Dr. Hasan Oktay li ser vê lîtkeyê ji K24ê re wiha axivî: "Ev lûtke ji bo dahatû û proseya çareseriya Sûrîyeyê gelekî girîng e. Her welat dixwaze ji van lûtke û civînan tiştekî bidest bixe. Beşdariya Fransayê bi taybetî jî ya Almanyayê pir girîng e. Tirkiye dixwaze destkeftîyên xwe yên li Sûriyeyê biparêze û destê xwe xurt bike. Helbet bi civîn û hevdîtinekî çareserî pêk nayê û şer bi dawî nabe. Lê ev civîn wê bibe destpêka qonaxeke nû. Ji loma jî dibe ku wek proseya Astanayê ev civîn bidomin. Li aliyê din dibe ku Amerîka wekaleta xwe dabe Almanyayê, Îran jî dabe Rûsyayê."

Li aliyê din derbarê pêşeroja Sûriyeyê de tevlînebûna du aktorên girîng Amerîka û Îranê jî ji aliyê pisporan ve tê nîqaşkirin. Pispor di krîza Sûriyeyê de balê dikşînin ser rol û girîngiya Amerîkayê û dibêjin, bê Amerîkayê proseya siyasî biser nakeve.

Serokê Beşa Peywendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Hûseyin Şeyhanlioglu dibêje: "Niha dema em welatên beşdar mêze dikin em dibînin ku Fransa li Rojava alîkarî dide hêzên YPGê. Almanya jî êdî dadikeve qadê. Bi rastî ev her du welat jî ser navê Amerîkayê tên civîna Stenbolê. Helbet bê Îran û Amerîkayê şerê Sûriyeyê bidawî nabe û proseya çareseriyê jî dest pê nake. Lê êdî şerê wekaletî qediyaye. Heke aştî çênebe, dê êdî şerê eniyan dest pê bike. Îran niha têkçûyî dixuye, lê gelek hêzên milîs yên girêdayî wê li Sûriyeyê hene. Niha Tirkiye aliyê qezenckirî dixuye. Amerîka jî hewl dide ku statûya Rojhilatê Feratê biparêze. Li gorî min ji bo qonaxa nû ya proseya çareseriyê hêj çend merhele lazim in."

Ji bo ku krîza Sûriyeyê bi dawî were heta niha bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî hevdîtinên Cinêvê, bi pêşengiya Tirkiye, Rûsya û Îranê hevdîtinên Astanayê û ji bilî van çendîn hevdîtinên navneteweyî hatin kirin. Bi lûtkeya çar alî ya Stenbolê tê hêvîkirin ku bandoreke erênî bide ser proseya Cinêv û Astanayê.