YNK biryarê li ser rêkeftina bi PDKê re dide

Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicive û biryarê derbarê rêkeftina bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicive û biryarê derbarê rêkeftina bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dide.

Endamên Serkirdatiya YNKê Mistefa Çawreş ji K24ê re ragihand, îro Encûmena Serkirdatiya YNKê li Silêmaniyê dicive û guftûgo li ser reşnivîsa di navbera PDK û YNKê de ya derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirsên Kerkûk û Bexdayê de tên kirin.

Derbarê diyarkirina kandîdê YNKê ji posta Serokê Parlemantoya Kurdistanê re, Mistefa Çawreş got, reng e di wê civînê de YNKê kandîdê bo Serokê Parlemantoyê bide, ji ber ku dem nemaye û tenê du rojên din parlemanto dicive.

Civîna Encûmena Serkirdatiya YNKê piştî wê yek tê, duhî şanda Polîtburoya PDK û YNKê derbarê rêkeftina bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyabûn.

 

S. B