Esed spasiyên xwe pêşkeşî Rûsya kirin

Serokê Suriyê dibêje, serkeftinên Artêşa Suriyê bi alîkariya Rûsya, planên parçekirina Suriyê jinav bir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Suriyê dibêje, serkeftinên Artêşa Suriyê bi alîkariya Rûsya, planên parçekirina Suriyê jinav bir.

Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Suriyê Aleksander Lavrentiêv seredana Suriyê kir û digel Serokê Suriyê Beşar Esed rewşa dawiyê ya wî welatî gotûbêj kir.

Ligor ajansa fermî ya Suriyê SANA, Serokê Suriyê di civîna digel nûnerê Serokê Rûsyayê de gotiye ku, serkeftinên Artêşa Suriyê bi alîkariya Rûsya û hevpeymanên wan bû sedema jinavbirina planên xwesepandin û parçekirinê, ku ji aliyê welatên Rojava ve ji bo Suriyê û deverê hatibûne danîn.

Her di wê civînê de her dû aliyan li ser danûstandinên Astana û amadekariyên Kongreya Diyaloga Niştîmanî ya Suriyê li Soçî gotûbêjkirin.