Rêzan Gilo: Efrînê ti carî radestî ti hêzekê nakin

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê Rêzan Gilo radigihîne, ta niha ti rêkeftin ji bo derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê ji Efrînê re nehatiye kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê Rêzan Gilo radigihîne, ta niha ti rêkeftin ji bo derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê ji Efrînê re nehatiye kirin.

Rêzan Gilo derbarê danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re ên derbarê derbasbûna Efrînê de ji K24ê re ragihand, Efrîn beşek ji Sûriyê ye û rastî dagîrkeriyê tê û hemû yasayên navdewletî binpê dike û welatekî cîran dagîr dike, ji ber wê jî ji erkê rêjîma Sûriyê ye li hember vê dagîrkeriyê helwesteke zelal bide.

Derbarê derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê ji Efrînê re Gilo got, heta niha ti rêkerftin bi rêjîma Sûriyê re nehatiye kirin. Efrîna ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin ti carî radestî ti hêzekê nakin.

Herwiha Rêzan Gilo got: “Heger rêjîm helwesta xwe li hember dagîrkeriya Tirkiyê nîşan bide û xwast parastina sînorê xwe bike, em jê re nabin rêgir.”

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê tekezî li wê yekê kir jî, li Efrînê rêveberiyek heye divê rêjîma Sûriyê lê mikur bê û federaliya li Bakurê Sûriyê qebûl bike, li ser wê bingehê dibe ku hevrêzî were kirin, lê bi awayekî sînordarkirî.

Herwiha Rêzan Gilo amaje bi wê kir, wan bakurê Sûriyê ji DAIŞ û hêzên terorê parast û rizgar kirin, ew wê axê radestî kesekî nakin, heger li herêma bakurê Sûriyê û mafê gelê wê mikur hat, piştî wê her tiştek dê bê guftûgokirin.

Li ser helwesta Amerîka û Rûsyayê, Rêzan Gilo got, hevpeymaniya wan bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li rojhilatê çemê Ferêt berdewam be, lê Rûsya li rojhilatê çemê Ferêt bi erkê xwe ranebû.

Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê da zanîn, li ser asta navdewletî gelek fişar li Tirkiyê tên kirin ji bo rawestandina êrîşa li ser Efrînê û dê di rojên bê de ew yek bi daxuyaniyên fermî bêne aşkerekirin.