Hilbijartinan Tirkiyê.. ENKS û TEV-DEM hevnerîn in

Karvedanên hilbijartinên pêşwext ên serokatiya Tirkiyê, helwesteke hevbeş di nava tevgera siyasî ya Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê nîşan da. Her du aliyên siyasî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê ENKSê û TEV-DEM dibînin ku eger e serokê Tirkiyê Recep Teyip Ardogan di hilbijartinan de biser bikeve û destdirêjahiya di xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî de bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Karvedanên hilbijartinên pêşwext ên serokatiya Tirkiyê, helwesteke hevbeş di nava tevgera siyasî ya Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê nîşan dan. Her du aliyên siyasî yên sereke li Rojavayê Kurdistanê ENKSê û TEV-DEM dibînin ku eger e serokê Tirkiyê Recep Teyip Ardogan di hilbijartinan de biser bikeve û destdirêjahiya di xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî de bike.

Karvedanên hilbijartinên serokatiya Tirkiyê di nava tevgera siyasî ya Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê helwesteke hevbeş diyar dike. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê tekez dike, derbasbûna artêşa Tirkiyê bo xaka Efrînê bi erêkirineke navnetewî hate encam dan û piroseya hilbijartinên serokatiya Tirkiyê jî di heman çarçoveyê de bi rê ve diçe û egere serokê Tirkiyê destdirêjahiya li hin deverên din jî bike, heger di hilbijartinan de biser bikeve.

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji K24ê re got: “Ji ber de jî xewna wî heye derbasî herêmê bibe, piştî hilbijartinan jî Erdogan ne di hundirê çarçova navdewletî de be, piştî ku aliyê bareşê Ferêt çê bibe û Amerîkî di hundirê herêmê de bin, bi tena xwe dê nikarebe ti bandore bike, lê her û her ew daxwazên wî hene ku derbasî herêmê bibe, ku ji berê de dijayetiya doza Kurdî di her herê de dike.”

Ji aliyê xwe ve, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî dibêje ku gelek pirsgirêk li pêş hikûmeta Tirkiyê derketine holê û bandoreke neyênî li aboriya Tirkiyê jî dibe, loma serokê Tirkiyê Recep Teyip Ardogan dê hewldanan bike ku hilbijartinan di demeke pêşwext de bike, nemaze ku dagîrkirina Efrînê wekî serkeftinekê ji xwe re dibîne.

Serkirde di TEV-DEMê de Telal Mihemed dibêje: “Dema di hilbijartinan de biser bikeve û ew hikûmetê pêk bîne, dê di hundirê bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de dê berê xwe bide deverên din, belkî ne Minbic be, lê dê deverên wek Serê Kaniyê, Amûde û Girê Spî be, ji ber wilo Erdogan dê bandoreke pir mezin di van hilbijartinên bilez de çê bike û dê bandorê wê li ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hebe.”

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku dewleta Tirkiyê bi zincîrekê ji pirsgirêk û aloziyan hatiye dorpêçkirin û bi behaneya şerê terorê û parastina ewlehiya Tirkiyê ji aliyê Sûriyê ve, dê hewldanan bike ku hilbijartinên pêşwext lidar bixe da ku bi şêweyekî yasayî derbasî deverê bibe.