Heşda Şabî: Biryara Qudisê egera êrîşê liser hêzên Amerîkî ye

Tevgera Nûceba ya ku dinav Heşda Şabî de ye, ku ji alî Îranê ve tê piştgirîkirin bi daxûyaniyekê ragihand ku: “Biryara Serokê Amerikayê a nasîna Qudisê (Orşelîm) wekî paytexta Israilê li Iraqê egerek rewa ya êrîşê ser hêzên Amerîkî ye”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Nûceba ya ku dinav Heşda Şabî, ku ji alî Îranê ve tê piştgirîkirin bi daxûyaniyekê ragihand ku: “Biryara Serokê Amerikayê a nasîna Qudisê (Orşelîm) wekî paytexta Israilê li Iraqê egerek rewa ya êrîşê ser hêzên Amerîkî ye”.

Serokê Tevgera Nûceba Ekrem El Kaabi diyarkir ku: “Ev biryara nezanî ya Trump, dê nefreta musilmanan hemberî nexweşiyê (qesda wî Israil e) zêdetir bike û armanckirina hêzên Amerîkî rewa bike”.

Tevgera Nûceba biqasî xwedî 10 hezar çekdaran e û dinav Heşda Şabî de hêzek berçav e. Berî demekê di projeyasayekê de Kongresa Amerikayê xwestibû ligel Esaib Ehlî Heq, Hizbullah a Iraqî û tevgera Nûceba jî, di listeya terorîstan de cîh bigrin. Hin berpirsên Iraqê û Heşda Şabî ev projeyasa protesto kiribûn.