4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn

Di şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî yên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî yên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, li navçeyên sînorî yên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê, şerekî giran di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket.

Aşkere kir jî, di encama wî şerî de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê da zanîn, piştî wî şerî, ew navçeya sînorî bi tundî hat topbaran kirin û operasyon berdewam e.

Ta niha PKKê ti zanyarî derbarê wî şerî de belav nekiriye û Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê jî ew navçeya ku şer li derketiye diyar nekiriye.

 

S. B