Ebadî: Em nikarin hemû daxwazên xwepêşandaran bicîh bînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Civata Wezîran a Îraqê civiya û daxwazên xwepêşanderan gotûbêj kir.
Ji derveyî wê civîna Civata Wezîran, Heyder Ebadî ligel nûnerên aliyên siyasî civiya û tekezî li ser xwepêşandanên aştiyane û têgihiştina daxwazên wan hate kirin. Herweha nûnerên aliyên siyasî binpêkirin û destdirêjiya ser mal milkên giştî şermezar kirin. Tekezî liser pêkanîna komîteyekê ji bo çavdêriya tedbîrên hikûmetê jî, anîn ziman.
Heman demê Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî di Kongreya xwe ya rojnamevanî ya heftane de ragihand ku, derfeta wan a pêkanîna daxwazên Xwepêşanderan nîn e.
Ebadî diyarkir ku, parastina jiyana xwepêşandaran giring e, lê herweha ewleyî li tevayiya welat jî dive bête sepandin.
Ebadî got: “Jiber rewşa ewleyiyê Iraqê gelek êş kişandin e. Em giringiyê didin daxwazên xwepêşandaran, lê derfeta me ya pêkanîna hemû daxwazên wan nîn e. Em ne di wê hêzê de ne”.
Di xwepêşandanên Iraqê de heta niha zêdeyî 10 kesan jiyana xwe jidest da ye, herîkêm 250 brîndar hene û bi sedan kes hatine desteserkirin.
C.B