Parlemantoya Kurdistanê biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê pesend kir

Di rûniştina awarte ya îro de, parlmantoya Kurdistanê bi piraniya dengan biryara birêvebirina referandûna serxwebûna Kurdistanê pesend kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di rûniştina awarte ya îro de, parlmantoya Kurdistanê bi piraniya dengan biryara birêvebirina referandûna serxwebûna Kurdistanê pesend kir.

Îro demjimêr 19:00, bi beşdariya tevahiya firaksyonên parlemantoyê, ji bilî firaksiyonên Goran û Komela Îslamî, parlemantoya Kurdistanê rûdine.

Li gor naveroka rasperdeya pesendkirî, referendum di dema xwe ya diyrkirî de li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bê kirin.

Rûniştina îro li ser daxwaza 62 parlemanteran e, ku îmze kom kiribûn ji bo encamdana vê rûniştinê û 68 parlemanter di rûniştinê de beşdar bûn.

Li gor rêkeftina firaksiyona PDK û YNKê li ser karnameya rûniştinê, Sekreterê Parlemantoyê hat destnîşankirin.

Pêştir K24ê aşkere kiribû, ku li gor rêkeftina di navbera firaksiyonan, biryar e Pêgerd Talebanî ji firaksiyona YNKê bi awayekî demkî dibe Sekretera Parlemantoyê.

Îro hevdem ligel rijdbûna firaksiyonan li ser encamdana rûniştina parlemantoyê, her yek ji Tevgera Goranê û Komela Îslamî red kirin beşdarî rûniştinê bibin.