Akar: Divê bi Amerîka li dijî terorê hevpeymanî bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyî yê Tikiyê Hulusî Akar radigihîne, divê pêwendiyên nêzik û bihêz ên Tirkiye û Amerîkayê berdewam bikin.
Wezîrê Berevaniyî yê Tikiyê Hulusî Akar serdana Amerîkayê kir û bi berpirsên Pentagonê kom bû. Akar berî kombûnê ji medyayê re ragihand, pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê bihêz û nêzik in ew dixwazin ev pêwendî berdewam bikin.
Li ser pirsa Sûriyê jî Akar diyar kir, divê Amerîka bi hevahengiya Tirkiyê ji Suriyê vekişe û divê ew li dijî her cûre terorê hevpeymanî bikin. Ew ê ji bo çarseriya kirîza Sûriyê bi berdewamî kar bikin.
Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê, Tirkiyê gefa xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kir û got, ewê herêma ewle li bakurê Sûriyê ava bike, lê berpirsên pilebilind ên Amerîka ragihandin, bê parastina Kurd ew ji Sûriyê venakişin û hişyarî ji bo destpêkirina her êrîşekê da Tirkiyê.
S. B