Mesrûr Barzanî pîrozbahî li biryara parlemantoya Kurdistanê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li biryara dîrokî ya parlemantoya Kurdistanê kir û ragihand, ti tişt ji dengê xelkê Kurdistanê yasayîtir nîn e.
Mesrûr Barzanî ragihand jî, pêşbînî dikin civaka navdewletî rêz li biryara gelê Kurdistanê bigire.
Tekez jî kir, gelê Kurdistanê di riya demokratîk û aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe dide.
Duh êvarê parlemantoya Kurdistanê rûniştineke awarte bi rê ve bir û tê de birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê pesend kir.
68 parlemanter beşdarî rûniştina parlemantoyê bûbûn û bi piraniya dengan rasperde pesend kirin.