Vetoya Rûsyayê ji bo “Rêkeftina” Efrînê

Berpirsê Navenda Lihevhatinê ya Artêşa Rûsyayê li bakurê Sûriyê dibêje, ew piştgîriya ti rêkeftinekê di navbera YPG û artêşa Sûriyê nakin. Herwiha ew rêkeftin bi metirsîdar binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Lihevhatinê ya Artêşa Rûsyayê li bakurê Sûriyê dibêje, ew piştgîriya ti rêkeftinekê di navbera YPG û artêşa Sûriyê nakin. Herwiha ew rêkeftin bi metirsîdar binav dike.

Rêketina artêşa Sûriyê û YPGê

Rojnameya “El-Şerq – Ewset” çapa Londonî di raportekê de belav kir, civîneke sêalî di navbera Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo, Serokê Komîta Ewlehiyê ya Hikûmeta Sûriyê Emîd Malik Elya û Fermandarê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li bakurê Sûriyê li Helebê encam da. Tê Sîpan Hemo 3 xalên ku bi hikûmeta Sûriyê lihev kirine pêşkêş kir.

Li gor wê rêkeftinê, Artêşa Sûriyê û YPGê li ser van xalan lihev kirine: Yekrêzî û hevkariya meydanî di navbera artêşa Sûriyê û YPGê de, rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê û kar ji bo rizgarkirina navçeyên ku artêşa Tirkiyê li Efrînê girtine.

Herwiha li gor raportê, ew rêkeftin ji encama zincîreyeke danûstandinên di navber her du aliyan hatiye, ku Şam dixwaze bi awayekî temam veger Efrînê, lê YPGê hebûneke sembolîk a artêşa Sûriyê li Efrînê pêşniyaz kiribû. Herwiha pêşniyazek jî hate kirin ku şervanên YPGê cilên fermî yên artêşa Sûriyê lixwe bikin, da ku hebûneke sembolîk bide hebûna artêşê, ku her êrîşeke Tirkiyê li ser wan dibe krîzek di navbera Şam û hevalbendên wê bi Enqerê re.

Rûsya: Rêkeftinê gaveke metirsîdar e

Li gor rojnameyê, tiştê seyr di vê civîna sêalî de helwesta nûnerê Rûsî bû ku got, li gor rênimayên ji serokatiya artêşa Rûsyayê ji wî re hatine, hêzên Rûsî yên di destpêka operasyona “Şaxa Zeytûnê” hêzên wan ji Efrînê vekişiyane, piştgîriya vê rêkeftina artêşa Sûriyê û YPGê nake, lê belê got jî, cibicîkirina vê rêkeftinê gaveke metirsîdar e.

Ev helwest jî, Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo tekez kir, ku wî di hevdîtina ligel Serokerkanê Rûsyayê Valery Gerasimov di serdana Moskoyê de jî bihîstibû, ku Valery Gerasimov ji Sîpan Hemo re got: “Artêşa Rûsyayê ti rêgiriyê nake, heger artêşa Tirkiyê firokeyan di operasyona li dijî Efrînê de bikar bîne, bi merca û li gor danûstandinên Astanayê Efrîn têkeve çarçoveya navçeyên kêmkirina şer.”

Hikûmeta Sûriyê “Hêzên Milî” li şûna artêşê dibe Efrînê

Herwiha rojnameya “El-Şerq El-Ewset” amaje bi wê kir, piştî Şamê têgihêşt helwesta Rûsî, ragihandina fermî behsa derbasbûna “Hêzên Milî” yên ser bi rêjîma Sûriyê ji bo Efrînê kirin, ne ku hêzên fermî.

Fermandarên Giştî yê YPGê Sîpan Hemo gotibû, ti pirsgirêka wan nîn e heger artêşa Sûriyê derbasî Efrînê bibe û parastina sînorê xwe li Efrînê li dijî êrîşa Tirkiyê bike.

Tirkiye operasyona xwe berdewam dike

Lê hişyarî ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu hat, ku got: “Heger leşkerên rejîma Sûriyê bi armanca jinavbirina YPGê biçin Efrînê, ji bo Tirkiyê ne pirsgirêk e. Lê heger ji bo berevanîkirina li YPGê biçin Efrînê, operasyona wan ranaweste û dê berdewam be.”

Bi derketina gotegotinên gihêştina bi rêkeftinekê re, ji duh ve artêşa Tirkiyê bi bi giranî derdora Efrînê û rê û navçeyên ku pêşbîne tê re hêzên rêjîma Sûriyê bên Efrînê (wek, çiyayê Lêlûn, gundê Basûtê, gundê Tirindê) topbaran dike.

 

S. B