AKPyî: Qudis ya me ye! Erdogan: Inşallah!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan beşdarî di Kongreya Siwasê ya AKP de kir, rexneyên tund li Amerika û Israilê kirin.
Erdogan di axaftina xwe ya Kongreyê de got: “Welatên ku dibêjin, bîngeha demokrasiyê ne, mafên mirovî û bîngehîn binpê dikin. Dixwazin em bêdeng bin. Dixwazin em nirxên xwe bixin bin piyan de. Musilman û gava Tirk be, ew mêrxas e. Bila weha bê zanîn!”
Erdogan Israil bi welatek terorî binav kir û gava beşdarvanên Kongreyê bi dengek bilind gotin: Qudis ya me ye û her ya me dê bimîne, bi: Inşallah! bersîv da.