“Armanca Tirkiyê ji Idlibê, têkbirina mafê gelê Kurd e”

Artêşa Tirkiyê ji bo bicîkirina rêkeftina deverên kêmkirina şer, amedakariyan li ser sînorê Tirkiyê dike û ligel ku rayedarên Tirkiyê dibêjin ku çekdarên opozîsyonê dê li ser zemînê kar bike û ew derbasî xaka Sûriyê nabin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Artêşa Tirkiyê ji bo bicîkirina rêkeftina deverên kêmkirina şer, amedakariyan li ser sînorê Tirkiyê dike û ligel ku rayedarên Tirkiyê dibêjin ku çekdarên opozîsyonê dê li ser zemînê kar bike û ew derbasî xaka Sûriyê nabin, lê siyasetmedarên Kurd dibînin ku armancên Tirkiyê têkbirina mafê gelê Kurd û projeya fediraliyê ye.

Artêşa Tirkiyê û hin grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, amadekariyên leşkerî li ser sînorê Sûriyê beramberî bajarê Idlib û Efrînê zêde dikin. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku pêkanîna deverên kêmkirina şer yek ji armancên Tirkiyê ye, lê armanca sereke qutkirina xaka Rojavayê Kurdistanê ye. Serkirdên Kurd didin zanîn jî ku tevî hemû hewildanên Tirkiyê lê projeya federalîzmê ji bo Kurdan di Sûriyê de dê biser bikeve.

Cîgirê Sekretêrê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih ji K24ê re wiha axivî: “Armanca Tirkiyê ew e, karîdora ku Kurdistana Sûriyê ji bo bigihe deryaya Spî bigire, lê ev bi awayekî demkî dibe, ji ber ku rewşa dawî ya Sûriyê projeya Amerîkî dê here serî û Rojavayê Kurdistanê bigihe mafê xwe.”

Berpirsên rêveberiya xweser ji aliyê xwe ve dibînin ku biryara Tirkiyê tenê behaneyek e, da projeya fediralîzma Bakurê Sûriyê bi ser nekeve. Herwiha dorpêçkirina bajarê Efrînê ye û tekez dikin ku, armanca Tirkiyê ne têkbirina terorê ye û eger berê şer bide bajarê Efrînê dê bersivên tund li dijî artêşa Tirkiyê bidin.

Serokê Desteya Parastinê ya Cezîrê Rêzan Gilo jî got: “Efrîn û deverên din yên Tirkiye dixwaze dorpêç bike, dê li hember vê projeya Tirkiyê rawest e. Hêzên me dê berxwedaneke tund li dijî Tirkiyê bikin û plana Tirkiyê têk bidin.”

Li gorî rêkeftina Astana ya taybet bi deverên kêmkirina şer, Tirkiyê dê hundirê Idlibê biparêze, berpirsên Tirkiyê tekez dikin jî ku artêşa Tirkiyê dê derbasî xaka Sûriyê nebe û tenê bi parastina esmanî dê devera navbûrî biparêzin, di gel ku metirsiyên serkirdên Rêveberiya Xweser derbarê pêkanîna êrîşan li ser bajarê Efrînê zêde dibin.