Polîsên serbazî yên Rûsî li Colanê belav bûn

Jêderekî Rûsî: Niha polîsên me li korîdora Evîsya li parêzgeha Qunêtra ne û yekem xala çavdêriyê hatiye danîn û di demeke nêzîk de, wê heft navendên din ji bo saxîtiya sivîlan bên danîn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berpirsekî Rûsî pile bilind ragihand, polîsên serbazî yên welatê wî, ku li Sûryê dimînin, wê li devera bêçek a nêzîkî Colanê, ku di bin destê hêzên Netewên Yekgirtî de ye, bên belavkirin.

Wî berpirsî diyar kir, ku niha polîsên wan li korîdora Evîsya li parêzgeha Qunêtra ne û yekem xala çavdêriyê hatiye danîn û di demeke nêzîk de, wê heft navendên din ji bo saxîtiya sivîlan bên danîn.

Ji aliyê xwe ve cîgirê fermandarê hêzên Rûsî li Sûryê (Sergey Koralinko) ragihand, ku ew hêz wê li pêşiya deverên bêçek bên belavkirin, ku niha ew dever di destê hêzên Netewên Yekgirtî de ye.

N.O