Bi wêne.. Xelkê Efrînê bi pêyan vedigirin Efrînê

Tevî rêgiriya ji aliyê rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, xelkê Efrînê rojane bi dehan malbat piştî pereyan bi otomîbîl û pêyan di nava çiya û zinaran re vedigerin Efrînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî rêgiriya ji aliyê rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, xelkê Efrînê rojane bi dehan malbat piştî pereyan bi otomîbîl û pêyan di nava çiya û zinaran re vedigerin Efrînê.

Çalakvanên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, hatina xelkê Efrînê bo gund û bajarokên berdewam e, ku ji heyama hefteyekê zêdetirî ji yek hezar malbat vegeriyane ser mal û milkên xwe.

Amaje bi wê yekê kirin jî, ku rêbenda “Qos” a di destpêka Efrînê de ku di destê çekdarên grûpên çekdar de ye li ser derbasbûna her otombîlekê 100 hezar Lîreya Sûrî ji xelkê distînin.

Herwiha dan zanîn jî, xelkê ku di riya gundê Beradê re bi pêyan di nava çiya û zinaran re derbas dibin, grûpên çekdar li her derbasbûna her mirovekî 10 hezar Lîre Sûrî ji xelkê distînin.

Gotin jî, grûpên çekdar ên opozîçsyona Sûriyê hejmarek mezin ji xortên Efrînê bi tometên cuda li ser rêbendan digirin û binçav dikin.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Afrîn media ragehand ku, 12 ciwanên Kurd dema dixwestin vegerin bajarê Efrînê li ser xalên pişkinînê ji aliyê rejîma Sûriyê hatin girtin.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê di roja 18ê Adara bûrî ji aliyê artêşa Tirkiyê û gûrpên çekdar ve, zêdetirî 200 hezar welatiyê Efrînê derbider bûn, Li hember vegera wan jî astengî roj bi roj dijwartir dibin.

Ev yek di demekê de ye, bi hezaran malbatên Erebên navçeyên cuda yên Sûriyê û bi taybet ji Xûtaya Rojhilatê Şamê ve li şûna Kurdên Efrînê tên bicihkirin.

 

 

S. B