HSD: Em 2 Km ji Sûse dûr in

HSDê ragihand ku, ew 2 kîlometran nêzîkî bajarokê Sûse bûne û karîne bi dehan kesên sivîl ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

HSDê ragihand ku, ew 2 kîlometran nêzîkî bajarokê Sûse bûne û karîne bi dehan kesên sivîl ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, ku di heyama 24 demjimêran de, di dawîn pêşhat de, hêzên wan gundê Baxoza Jorîn li gundewarê Dêra Zorê kontirol kirin û 12 xalên kontrolkirinê li derdora wî danîn.

Li gorî daxuyaniya HSD, niha ew du kîlometran nêzîkî mihwerê Sûse bûne û hêzên wan bi dehan sivîl li wan navçeyan ji destê DAIŞê rizgar kirine û şerê wan li dijî DAIŞê re, li derdora wî bajarokî berdewam e.

Duh Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat, bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, gundê Baxoza Jorîn li rojhilatê Dêra Zorê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

N.O