Nadia Mûrad ji bo Efrînê bangewaz kir

Balyoza Niyeta Pak a Neteweyên Yekgirtî, Keça Kurd a Êzdî Nadia Mûrad ji bo rewşa Efrînê bangewaziyek belavkir û xwest, sazûmanên navneteweyî ji bo çareseriya pirsgîrekê bikevin tevgerê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Balyoza Niyeta Pak a Neteweyên Yekgirtî, Keça Kurd a Êzdî Nadia Mûrad ji bo rewşa Efrînê bangewaziyek belavkir û xwest, sazûmanên navneteweyî ji bo çareseriya pirsgîrekê bikevin tevgerê de.

Nadia Mûrad destnîşankir ku, Di encama Operasyona Efrînê de heta niha 200 sivîlan cane xwe jidest da ye, 3 ji wan jî Kurdên Êzdî ne. Bal kişand ser wêrankirina şûnwarên dîrokî, navendên olî, talankirina mal û milkê xelkê deverê.

Di bagewaza xwe de Nadia Mûrad anî ziman ku: “Pêwistiyek mezin ji xizmetên tendirûstî hene. Banga xwe digihînim Neteweyên Yekgirtî (NY), yekîtiya Ewrûpa û hemû aliyan: Rêzê li mafên sivîlan bigrin, jib o agirbestê tevbigerin. Bangî platformên mafên mrovan jî dikim: destê alîkariyê û dermanan bigihînin deverê”

 

C.B