PYD bêyî rizgarkirina Efrînê ti çareseriyê ji bo Sûriye qebûl nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê PYDê radighîne bêyî rizgarkirina Efrînê ew ti çareseriyê ji bo Sûriyê qebûl nakin.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ragehand ku, Tirkiyê dijatiya prosêsa demokrasiyê li deverê dike, û da zanîn ku, bêyî rizgarkirina Efrînê ew ti çareseriyê ji bo Sûriyê qebûl nakin. Derbarê danûstandinên ligel rejîma Sûriyê Şahoz got, danûstandinên ligel rejîmê gaveke baş e û dê komîte ji bo vê mebestê werin avakirin û serkeftina van danûstandinan jî girêdayî ciddîbûna rejîmê ye. Derbarê beşdarbûna Hêzên Sûriya Demokrat di şerê Idlib û Siwêda de Hevserokê PYDê ragihand ku, HSD ji bo parastin û şerê terorê hatiye avakirin û ew amade ye li her deverekê şer bike.
C.B