Erdogan: Em nahêlin dewleteke "Terorîstî" li bakurê Sûryê çêbibe

Erdogan: Di demeke nêzîk de, emê li bakurê Sûriyê, bi temamî zora şaxên rêxistiya teroristî ya PKKê bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, Enqera rê nade Amerîka "Dewleteke terorîstî" li bakurê Sûrya çêbike.

Erdogan di civîna perlemanterên partiya xwe de li nav Perlemana Tirkiyê ragihand, "Em di wê baweriyê de ne ku pilana Amerîka li dijî me ye. Niha ew mijûlî vekirina korîdoreke teroristî ne li bakurê Sûrya. Ji bo çi çekî Amerîka digihêje wê girûpê di demekê de hindik maye DAIŞê bidawî bê. ? Wê ew çek li dijî kê bên bikaranînî? Dijî Îran, Turkya yan Rûsya?".

Herweha got: "Em li ser wê yekê bêdeng namînin, ku Amerîka dewleteke teroristî li bakurê Sûrya çêbike û bike cîrana me".

Serokê Tirkiyê diyar kir ku, di demeke nêzîk de, ewê li bakurê Sûriyê, bi temamî zora şaxên rêxistiya teroristî ya PKKê bibin.