Necmeddin Kerim: Bawerî bi sozên Ebadî nayên

Necmedîn Kerîm ragihand, Ebadî ne digel bûdceya 17 ji sedê ji bo Kurdistanê ye û sozên xwe jî bicîh nayîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Necmedîn Kerîm radighîne, Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ma ye û ew jî, her endamê Mekteba Siyasî ye.

Necmedîn Kerîm di demê beşdariyê di programa BasîRoj a Kurdistan24 de ragihand, ew Parêzgarê rewa yê Kerkûkê ye û ew dê her vegere Kerkûkê.

Necmedîn Kerîm tekezî kir ku, hinek kesên bi ser nizmî li Kerkûkê man e û her roj axaftinekê li ser rewşa Kerkûkê dikin.

Necmedîn Kerîm ragihand, Ebadî ne digel bûdceya 17 ji sedê ji bo Kurdistanê ye û sozên xwe jî bicîh nayîne.

Necmedîn Kerîm di derbarê pêwendiyên Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî digel herêma Kurdistanê de got, Ebadî ti niyetek ji bo şandina mûçeya fermanberên Herêma kurdistanê nîn e, got jî, Ebadî zilamekî bê soz e û heta hilbijartinan dê bileyz e.

Herweha Necmedîn Kerîm got, pêwîste Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê piştî nêzîkî sê mehan ji rêkeftina 16ê cotmehê komîteyekê ji bo lêkolînê ji bo rûdanan ava bike.

Tekez jî kir ku, pêwendiya Referandûmê bi 16ê cotmehê ve nebû, û çend nimûneyek ji bo wê yekê anî ku wê demê referandûm nehatibû encamdan.