Sosreta Dadgehî: Berpirsên Tevger bi tometa propaganda PKK hatin cezakirin

Dadgehên Tirkiye imzeya xwe avêtin bin sosretek din, berpirsên Tevgera Ciwanên Kurdistanê, ku rêxistinek Kurdistanî, Neteweyî – demokratîk in, bi tometa propaganda ye PKK hatin cezakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgehên Tirkiye imzeya xwe avêtin bin sosretek din, berpirsên Tevgera Ciwanên Kurdistanê, ku rêxistinek Kurdistanî, Neteweyî – demokratîk in, bi tometa propagandeya PKK hatin cezakirin.

Sekreterê Tevgerê di daxûyaniyek taybet ji K24 re ev sosret wekî pêngavek dijberî dad, rastî û tevgera wan a neteweyî-demokratîk binavkir.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê, derbarê vê rûdanê de daxûyaniyek arasteyî Raya Giştî ya Kurdistanê kir.

 Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Me di sala 2015an de bi minasebeta rizgarkirina Kobanî meşeke li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê da. Du sedemên vê çalakiya me hebûn. Yek jê ev bû ku Pêşmerge ji ser bakûrê Kurdistanê derbasî Kobanî bûn û bajarekê Kurdan ji terorîstan paqijkirin û me xwest rizgarkirina Kobanî pîroz bikin. Sedema duyemîn jî armanca eşkerekirina sedemên kareseta Kobanî û pêşniyarên ji bo pêşîlêgirtina bûyereke din a bi vî rengî bû.

Me di dirûşmeyên xwe de jî, di pankartên xwe de jî û di daxuyaniyê de jî eşkere kiribû ku yek ji sedemên kareseta Kobanî pergala PYD/PKKê ya kantonan bû. Ev pergal bû sedem ku dema terorîstên DAIŞê êrişî Kobanî kirin derdora wê derê hatibe dorpêçkirin û tu alîkarî neçe wê derê. Me vê pergalê rexne kir û diyar kir ku yekane çareseriya pirsgirêkan dewletbûn e.

Di encama wê çalakiyê de doz li hevalên me hat vekirin û hevalên me bi hinceta “propagandakirina PKKê” hatin cezakirin.

Ji roja ku me dest bi kar û xebatan kiriye me li hemû qadan û di hemû platforman de hewl daye ku fikra dewletbûnê bela bikin û li bakûrê Kurdistanê bikin fikra serdest. Ji ber ku PKK jî li dijî dewletbûnê ye, di navbera me de her tim şerekî fikrî ku car caran di çalakiyan de dibû fizîkî jî heye. Bi ser vê rastiyê û bi ser ku di çalakiya ku bûye sedema cezayê de jî me dîsa pergala PKKê rexne kiriye jî dîsa dadgehê hevalên me bi hinceta propagandaya PKKê caza kirin.

Ev biryar biryareke siyasî ye. Dewlet naxwaze ji xeynî PKKê rêxistineke din xurt bibe. Ji xeynî vê yekê dîsa dewlet dixwaze fikra dewletbûna Kurdistanê ya meşrû bi PKKê ve girê bide û vê fikrê terorîze bike. Ev helwesta dewletê ji berê de berdewam e û ev xeterî li ser hemû rêxistinên Kurdistanî heye.

Em dizanin ku pergala dewletê û ya PKKê çawa bi hev re dixebitin. Her çi qas ew bi van lîstikan bixwazin me bitirsînin û bêtesîr bikin jî emê ji bo dewletbûna Kurdistanê kar û xebatên xwe her berdewam bikin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê
10.07.2017