Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Li gor zanyariyên keta destê K24ê, biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe 9ê Tîrmehê serdana Tirkiyê bike û beşdarî rêwresma sûndxwarina Serokomarê Recep Teyip Erdogan bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyên keta destê K24ê, biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe 9ê Tîrmehê serdana Tirkiyê bike.

Peymanêrê K24ê li Enqerê da zanîn, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Tirkiyê serdana wî welatî dike, bo beşdarî rêwresma sûndxwarina  Serokomarê Recep Teyip Erdogan bibe.

K24 zanî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi fermî hatiye vexwandin bo beşdarî rêwresma sûndxwarina Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê bibe, ku biryar e sibe li palemantoya Tirkiyê birêve biçe.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê yên 24ê Hezîranê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi riya pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li serkeftina Erogan kiribû.

Ev yekem serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê ye, ji piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di 25ê Îlona sala bûrî de li Herêma Kurdistanê birêve çûye.   

 

S. B