Hikûmetî Iraqê bi 41 milyon Dolar deyndara Firîngeha Hewlêrê ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Firîngeha Hewlêrê li ser rûbera 25 Km çargoşe hatiye çêkirin û dirêjiya medreca wê 4800 metr e, 95 metran firehiya medrecê ye û ji bo daketina firokeyên A380 Air Bus û firokeyên barhilgir hatiye dîzaynkirin.
Ji hemû firîngehên Iraqê mezintir e û li di pileya diwem de ye li ser astê Rojhilatan Navîn.
Niha 17 kompaniyên navdar ên biyanî têde kar dikin, li gel 3 kompaniyên xwecihî, îsal kompaniya firokevaniya Siûdiyê, bi 3 geştên rojane karên xwe li firîngeha Hewlêrê destpê kir.
Di hefteyekê de, 292 geştên çûn û hatinê li firîngeha Hewlêrê hatin encamdan, ku di rojekê de, nêzîkî 40 geşan dike.
Di hefteyekê de nêzîkî 6 hezar geştyar bi riya firîngeha Hewlêr geştê dikin, ku di mehekê de bêtirî 30 hezar geştiyar firîngehê bikar tînin.
Ji sala 2010an ve heya 2016an, milyonek û 800 hezar kes, bi riya wê geşt kirine.
Ji sala 2010an ve û heya 2017an, nêzîkî 30% heya 40% astê pêşketina firîngehê bilind bû û geştên wê yên rojane û heftane, bi gellekî ji yên firîngeha Silêmaniyê bêtir bû.
Li firîngeha Navdewletî ya Hewlêrê, mezintirîn firoke dikare dakeve û ew kompaniyên li firîngeha Hewlêrê kar dikin, li ti firîngeheke din li Iraqê kar nakin.
N.O