Sekreterê Polîtburoya PDKê behsa bijardeya konfederaliyê dike

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, Heger Bexda bê merc mukir li konfederaliyê hat, ew dibe çareseriyeke baş ji Kurdistan û Iraqê re.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, Heger Bexda bê merc mukir li konfederaliyê hat, ew dibe çareseriyeke baş ji Kurdistan û Iraqê re.

Fazil Mîranî bersiva pirseke K24ê da û got: “Ew dibêjin emê pirsa konfederaliyê di destûrê de biguhêrin û bidin parlemantoyê, heger parlemantoyê pejirand, emê qebûl bikin. Lê em pêş de dizanin ku parlemanto qebûl nake. Heger bê merc mukir li konfederaliyê bên, ew çareseriyeke baş ji Kurdistan û Iraqê re. Kurdistan serbixwe dibe û Iraq jî yekgirtî dimîne.”