Akar: Em dê PKK û YPG têkbibin

Hikûmeta Tirkiyê careke din gef li YPGyê dixwe û radigihîne: Gefa YPGyê di dema guncayî de were bidawî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê careke din gef li YPGyê dixwe û radigihîne: Gefa YPGyê di dema guncayî de were bidawî kirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li bakurê Kurdistanê bajarokê Geverê axifî û gef li PKK û YPGyê xwar. Akar dibêje ew li ser şerê xwe yê dijî PKKyê rijd in û li rojavayê Kurdistanê jî gefa YPGyê di dema guncayî de were dawîkirin.

Hulusî Akar got:

“Niha li pêşiya me Minbic û rojhilatê Firatê heye. Me her cûre pilan û amedekarî kirin. Di dema guncav de emê li dijî van deveran operasyona xwe bikin û dawî li gefa YPGyê bînin. Ji bo ewlekariya welat û sînorên me divê YPG were bidawî kirin”.

 

 

C.B