Sedir û Ebadî hevpeymaniyeke mezin pêk tînin

Berpirsekî Şepêla Sedir: Em li gel Hevpeymaniya El-Weteniye ya (Iyad Elawî) û Şepêla El-Hikme ya (Emar Hekîm) jî, ji bo pêkanîna mezintirîn firakisyona perlemanî, nêzîkî lihevkirinê bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî ji Şepêla Sedir ragihand, ku di çend rojên dahatî de, wê rêberê Şepêla Sedir (Muqteda Sedir) û serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê (Heyder Ebadî), pêkanîna mezintirîn firakisyona perlemanî ragbigehînin.

Rojnameya Ukaz a Siûdî, ji ser zimanê jêderekî di nav Şepêla Sedir de belav kiriye, ku serokê Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir û serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, pilanek ji bo pêkanîna hevpeymaniyekê, li gorî mercên Sedir danîne.

Ji aliyekî din ve jî, serkirde d Hevpeymaniya Sairûn de (Elî Seidûn Lamî) ragihand, ku hevpeymaniya wan, ti berbijarek ji bo wergirtina postê serokwezîriyê pêşinyar nekiriye.

Elî Seidûn Lamî diyar kir, ew li ser wê yekê razî ne, ku aliyê hevpeymaniyê li gel wan bike, ji cem xwe kesekî ji bo postê serokwezîriyê pêşinyar bike, lê bi mercê ku xalên lêvegera Şî'eyan bicî bike.

Herwiha Lamî eşkere kir, ku ew li gel Hevpeymaniya El-Weteniye ya (Iyad Elawî) û Şepêla El-Hikme ya (Emar Hekîm) ji bo pêkanîna mezintirîn firakisyona perlemanî, nêzîkî lihevkirinê bûne.

N.O