Artêşa Tirkiyê kuştina 8 çekdarên PKKê ragihand

Di daxuyaniyekê de, Artêşa Tirkiyê ragihand, ku di çarçoveya operasyonekê de, hêzên Tirkiyê heşt çekdarên PKKê li navçeyên Zap û Avşînê kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de, Artêşa Tirkiyê ragihand, ku di çarçoveya operasyonekê de, hêzên Tirkiyê heşt çekdarên PKKê kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Erkanên Artêşa Tirkiyê ve derketiye, hêzên Tirkiyê di rojên 20-21ê Tîrmehê de, operasyoneke ezmanî li navçeyên Zap û Avşînê, li Herêma Kurdistan, herwiha li navçeyên derdora Hekarê jî hat encamdan.

Hevdem di daxuyaniyeke din de, ku ji aliyê wezareta navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, ku li operasyonên gundewarê Hekarê jî, 9 çekdarên PKKê hatine kuştin.

N.O