Kemal Kekrûkî: Emê hemû bizavan bikin heya em Kerkûkê azad bikin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Berpirsê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûk – Germiyan (Kemal Kerkûkî) ragihand, ku 12 hezar malbatên Ereb li Kerkûkê hatine akincîkirin.
Kemal Kerkûkî diyar kir, ku ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve û heya niha, Hikûmeta Iraqê 12 hezar malbatên Ereb, ji başûr û navenda Iraqê aniye û ew li Kerkûkê akincî kiriye.
Kerkûkî got: Hikûmeta Iraqê li ser erebkirina Kerkûkê berdewam e, lê em bazarê li ser Kerkûkê nakin û emê hemû bizavan bikin daku em wî bajarî ji destê Heşdê û hêzên Iraqî azad bikin.
Di 16ê Cotmeha 2017an de, Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bajarê Kerkûkê û beşek ji navçeyên Kurdistanî dagîr kirin, bi vê yekê careke din erebkirinê li wan navçeyên Kurdistanî destpê kir.
N.O