Trump û Erdogan rewşa Sûriyê gotûbêj dikin

Serokê Amerîka û Serokomarê Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de dawî guhartinên rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka û Serokomarê Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de dawî guhartinên rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.

Jêderekî ji Serokomariya Tirkiyê belav kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Amerîkê Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de dawî guhartinên li Sûriyê gotûbêj kirin. Bêyî ti zanyariyên zêdetir bide.

Ew pêwendiya telefonî piştî wê yekê tê, duh Trump hişyarî da Rûsya û ragihand, bi mûşekên nû û zîrek êrîşî Sûriyê dikin.

Welatên rojava Suriyê bi karanîna çekên kîmawî li Dûmayê tewanbar dikin, ji aliyê xwe ve Rûsya û Iran van tometên liser rejîma Suriyê qebûl nakin, berovajî dibêjin ku dibe Opozisyonê çekên kîmawî bikar anîbin.

 

S. B