Rûsya û opozîsyonê li ser Der'ayê lihev kir

Li Der'ayê Rûsya û çekdarên opozîsyonê li ser radestkirina rêveberiya hin navçeyan ji aliyê çekdaran ve lihev kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Der'ayê Rûsya û çekdarên opozîsyonê li ser radestkirina rêveberiya hin navçeyan ji aliyê çekdaran ve lihev kirin.

Hevahengkarê giştî yê şanda opozîsyonê li başûrê Sûriyê Ednan El-Misalmê ji medya opozîsyonê re ragihand, ew bi nûnerê Serokê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiev li bajarokê Busre El-Şam civiya.

Got jî, ew bi aliyê Rûsî re gihîştin rêkeftinekê, ku artêşa Sûriyê ji taxa Sicne ya Der'ayê vekişe û rêveberiya wê ligel hin gundên derdora Der'ayê radestî opozîsyonê bibe.

Li gor Misalmê, Rûsya xalên xwe yên pişknînê li her du navçeyan Sewamê û Gumrika Kevin danîne. Herwiha razîbûneke demkî li ser veguhastina kesên ku rêkeftinê nerazî heye.

Artêşa Sûriyê û ji 19ê Hezîranê ve operasyonek li başûrê Sûriyê û parêzgeha Der'ayê dest pê kiriye.

Li gor Rewangeh Sûrî ya Mafên Mirovan, ta niha rêjîma ji sedî 80 ji wê parêzgehê kontrol kiriye, nêzîkî 320 hezar welatî ji ber rewşa şer reviyane nêzîkî sînorê Urdinê.

 

S. B