Rojnamevanekê holendî çîrok a firotin a gaza kîmyayî bi Sedam re aşkera dike

Arnold Kars Kîns, ew rojnamevanê holendîye ku bo cara yekem belgeh û girova firotina çekê kîmyayî bi rijêm a Sedamî re li ser bazirganekî ku hevwelatîyê Wîye bealv dike û radestê dadgeh a tawanên nêvdewlwtî dike.

K24- Hewlêr

Arnold Kars Kîns, ew rojnamevanê holendîye ku bo cara yekem belgeh û girova firotina çekê kîmyayî bi rijêm a Sedamî re li ser bazirganekî ku hevwelatîyê Wîye bealv dike û radestê dadgeh a tawanên nêvdewlwtî dike.

Kîns bi Kurdistan 24 re ragehand: Rijêm a Sedam Husên tawanên gelek mezin bi çekên kokuj beramber gelê Kurd encam daye. Lew giringe li dadgeha nêvdewletî sikala bihên tomarkirin li ser wan kes û kompanyayên ku bazirganî kirine bi wan çekan û pewendî hebûne li gel rijêma berê ya Îraqê.

Kîns got jî: Ez gelek caran hatime Îraqê. Min şerrê Kendavê dîtîye di navber a Îraq û Îranê de li sala 1987ê. Lew Ez haydarbûm li bikaranîn a çekê kîmîyayî ji alîyê Sedam Husên ve,li dijî xelkê Kurdistanê û Îranê. Sala 1991, Ez li Bexda li hotêl Reşîd bûm. Min zelamek dît ku radyoyeke bçûk pê re bû. Tişek çirîse û seyir bû di wê demî de Te radyoyeka weha hebe. Ez çûm ba wî û xwe pê re danasîn û Wî jî got : Navê Min Firans e û Ez xelkê Elmanya me. Lê dûv re bo Min xuya bû ku Xelkê Holendaye. Gelek nêzîke ji Sedam Husên. Pişt re madde ya DOD firotibû Sedam Husên ku bo duristkirin a gaz a Xerdelê dihê bikaranîn. Di destpêkê de hinek ji Capanê kirrî bû. Dûv re jî hinek ji Emerîkayê kirrî bû û anî bû Ûrdinê û ji wir ve jî bo Bexda. Di dawîyê jî ew karesat jê çêbû ewa em hemû dizanîn.