HAK-PAR'ê nivîsgeha xwe li Hewlêrê vekir
K24 – Hewlêr
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Hewlêra Paytexta Kurdistanê nivîsgeha xwe vekir. Di rewresma vekirinê de andam û rêvdeberên HAK-PARê derbarê pêvajo serxwebûna Kurdistanê de ragihandin, derfetek zêrîn ketiye destê Kurdan û divê ev derfet baş were bikaranîn. Divê hemî Kurd bibin yek û hevkarê serxwebûna Kurdistanê bin.
Cigîrê Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr jî bal kişand li ser giringiya dewleteka netewî ya Kurdistanê û got serxwebûna başûrê Kurdistanê dê bandoreke gelek mezin li ser azadiya perçeyên din jî bike.
Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR di sala 2002an de di Serokatiya Neviyê Şêx Seîd Şêx Abdûlmelîk Firat de hate damezirandin. Herwiha hejmarek zêde kesayet û aliyên siyasî yên netewî jî wê demê di HAK-PARê de cih girtibûn. HAK-PAR dê 22yê Cotmehê jî kongireya xwe a 10emîn çê bike.