Brîtanya bi girîngî li rola Pêşmerge dinêre

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson li New Yorkê ji K24ê re pesna rola Pêşmerge da û ragihand, Brîtanya bi girîngî li rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê dinêre û hêvîdar in berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson li New Yorkê ji K24ê re pesna rola Pêşmerge da û ragihand, Brîtanya bi girîngî li rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê dinêre û hêvîdar in berdewam be.

Johnson got: “Bi şanazî dibêjim, ku ber du salan min serdana Kurdistanê kir û ji nêzîk ve min rola Pêşmerge di şikestina DAIŞê dît û gelek spasiya Kurd dikim ku rola wê di wî şerî de hebû û gelekî girîng e jî berdewam bibe.”