Yildirim bû Serokê Parlementoya Tirkiyê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Binalî Yildirim bû Serokê Parlamentoya Tirkiyê.
Îro di Parlamentoya Tirkiyê de bo serokatiya parlamentoyê hilbijartin hat kirin. Namzetê AK Partî û MHPê Binalî Yildirim di gera yekem de 331 deng, Namzetê CHPê Erdogan Toprak 134 deng û Namzeta HDPê Meral Daniş Beştaş jî 65 deng bidest xistin.
Di gera duyem de jî tu namzet nekarî 400 dengan bidest bixe. Di gera sêyem de Binalî Yildirim bi 335 dengan bû serokê 28'êmîn ê Parlamentoya Tirkiyê.
Piştî hilbijartinê Binalî Yildirim spasî li parlamenteran kir û da xuyakirin, parlamento dê bi aweyeke çalak kar bike.
C.B