HSD: Me û Hikûmetê li ser operasyonên Idlib û Efrînê lihev nekiriye

Kîno Gabiryêl di daxuyaniyekê de ragihand, ku şervanên wan amade ne ji bo kontrolkirina tevahiya axa Sûryê, li dijî tîrorîstan û Artêşa Tirkiyê şer bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê fermî yê Hêzên Sûrya Demokart (HSD) Kîno Gabiryêl ragihand, ku wan li gel Hikûmeta Sûryê, derbarê operasyona Idilbê û ya Efrînê lihev nekiriye.

Kîno Gabiryêl di daxuyaniyekê de ragihand, ku şervanên wan amade ne  ji bo kontrolkirina tevahiya axa Sûryê, li dijî tîrorîstan û Artêşa Tirkiyê şer bikin û got: Lê ew nûçeyên ku belav bûne û behsa beşdariya HSDê di operasyona Idlibê de dikin, dûrî rastiyê ne û me ti hêz ji bo Idlibê ne şandiye.

Gabiryêl diyar kir, ku beşdariya wan di operasyona Idlibê de, li ser banga xelkê wê navçeyê û Hikûmeta Sûryê dimîne û her dema bangewaziyek hebe, ew amade ne beşdar bibin, lê divê ew jî bi riya rêketinekê be, ku berjewendiyên herdu aliyan biparêze.

Navhatî derbarê civînên Encûmena Sûrya Demokrat bi Hikûmeta Sûryê re got: Hîn herdu alî ne gihane ti rêketinekê û hevdîtin berdewam in.

N.O