Hewlêr û Enqere ber bi pêvajoyek nû ve?

"Dibe Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan digel Serokwezîrê herêmê birêz Nêçîrvan Barzanî hevdîtinê bike." Bi vê gotina berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxuyaniya ku "îhtimal heye Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan digel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinê bike" ya ji aliyê berdevkê Serokkomariyê ve hat ragihandin, wek karîgeriyeke erênî li ser pêwendiyên Tirkiye û Kurdistan tê nirxandin. Li gor pisporên siyaseta derva jî daxuyaniya bo hevdîtinê, wê bibe nîşaneya normalîzebûna têkiliyên Hewlêr û Enqere jî.

"Dibe Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan digel Serokwezîrê herêmê birêz Nêçîrvan Barzanî hevdîtinê bike." Bi vê gotina berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin pêwendiyên Hewlêr û Enqere ku ji ber encamdayîna referandûma serxwebûna Kurdistanê ketibû tengasiyê, di rojeva Tirkiyê de bi berfirehî û ji nû ve da nîqaşkirin.

Pisporê Polîtîkaya Derve yê saziya SETA ya ku wek saziyek nêzî hikûmetê tê zanîn Emrah Kekîlî ku li ser pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê lêkolînan dike amaje kir gotina berdevkê Serokkomariya Tirkiyê nîşaneya normalîzebûna pêwendiyên her du aliyan e û destpêka heyameke nû ye.

Emrah Kekîlî-Pisporê Siyaseta Derva, diyar dike:

Birêz Nêçîrvan Barzanî bi daxuyanî û sekna xwe ji aliyê Tirkiyê ve kesayetekî pozîtîf tê dîtin. Eger ev serdan pêk were bandoreke baş li pêwendiyên Hewlêr û Enqere jî dê bike. Di proseya referandûmê de krîzekê navbera her du aliyan de rû da. Niha ji bo çareserkirina vê krîzê rêbazên dîplomatîk pêwîst e û ji bo vê daxuyaniya berdevkê Serokkomariya Tirkiyê û hevdîtineke du alî bo çakbûna pêwendiyê fersendeke mezin e.

Di pêvajoya bo normalîzebûna pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê de bal tê kişandin ser hin zehmetiyan jî. Li gor Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Burak Bîlgehan Ozpek ji ber hilbijartinên dema pêş dê bên kirin karê her du aliyên berpirsan zehmet e hem li siyaseta hundirîn û hem li siyaseta derva reaksiyonên cuda hene.

Burak Bîlgehan Ozpek-Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, dibêje:

“Helbet hevdîtinekê navbera Tirkiye û Kurdistanê wek stratejîk jî wê di berjewendiya her du aliyan de be. Lê belê piştî hin geşedanên encamdayîna referandûmê avakirina hevkariyek digel Tirkiye di nav siyaseta her du aliyan de jî cîhê nîqaşê ye. Tirkiye berev hilbijartinê ve diçe û Ak Partî ji ber ku dengên neteweperestan kom bike siyaseta xwe ya derva jî li gor vê dîzayn dike. Bi kurtasî ji bo dirustkirina pêwendiyan pêvajoyeke dijwar li ber her du aliyan heye.”

Ji bo safîkirina krîza navbera Hewlêr û Enqere daxuyaniya li ser hevdîtina Erdogan û Barzanî gavek erênî û girîng tê nirxandin. Niha çav li wê hevdîtinê ye ku hurgulî û encama wê hevdîtinê dahatûya têkiliyên Tirkiye û Kurdistanê jî dê diyar bike.