YNK û PDK naveroka civîna xwe aşkere kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna li Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê, şanda danûstandkar a PDK û YNKê radigihînin, guftûgo bi aşkere û dostane birêve çûn.
Di daxuyaniyekê de, her du aliyan gotin: “Heyama guftûgoyan bi aşkere, berpirsyane û dostane bûn.”
Dibêjin jî: “Her du partiyan bîr û nerînên li ser proseya guftûgoyê, zêdekirina hevahengiyê ji bo bihêzkirina dezgehên destûrî, yasayî û îdarî yên Herêma Kurdistanê, pêşkêşkirina xizmeta zêdetir ji gelê Kurdistanê û pêngavên cidî bo karê bi hev re, ji hev re gotin.”
Herwiha her du aliyan tekezî li ser berdewamiya civînan kirin û di rojên nêzîk de civîneke din encam didin.
Îro şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Silêmaniyê kir û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya.
S. B