Barzanî: Sînor bi diyalogê dikişînin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerên pêkhateyên deşta Neynewa civiya û gotarek taybet bi pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê pêşkêş kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Nûnerên pêkhateyên deşta Neynewa civiya û gotarek taybet bi pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê pêşkêş kir û ragihand “Sozê didin, dewleta Kurdistan dibe dewleta hemû pêkhateyan û çarenivîsa deşta Neynewa di destê xelkê wê de ye û mana di çarçova Iraqê de, wateya wê ew e, çaverêyî karesatên mezin dibin.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bedîlên ku civaka navdewletî pêşniyaz kiriye ji bo paşxistina referandûm de got: “Ew bedîlê ku hatiye pêşniyazkirin, tenê dariştin û gotin e.”

Serok Barzanî got jî: “Kultora pêkvejiyanê diparêzin û sînoran bi diyalogê dikişînin, pabend nebûna bi diyalogê, anku ji rojên ne xweş re vedigerin.”

Barzanî ji nûnerên pêkhateyên deşta Neynewa re got: “Dixwazin ligel Iraqê du cîranên baş bin û çarenivîsa deştê Neynewa di destê xelkê wê de ye.”