NY daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê li Efrînê dike

NY: Her rojeke nû azarên bêtir li gel xwe tîne û metirsiya çêbûna şerekî berfireh di navbera aliyên şerkir de li Sûryê zêde dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê bi navê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Staffan Du Jarik di kongirekî rojnemevanî de, daxwaz kir, ku operasyona serbazî ya artêşa Tirkiyê li Efrînê bê rawestandin û got: "Her dema ku şer tund dibe gihandina  alîkariyan ji bo kesên sivîl dijwar dibe".

Du Jarik got jî: "Her rojeke nû azarên bêtir li gel xwe tîne û metirsiya çêbûna şerekî berfireh di navbera aliyên şerkir de li Sûryê zêde dike".

Di 20ê meha derbasbûyî de, artêaş Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û heya niha jî berdewam dike, duh serokê Tirkiyê Recep Tayip erdogan, piştî gihiştina hin milîsên ser bi Hikûmeta Sûryê ve ji bo Efrînê ragihand, ku ewê karên operasyona Şaxê Zeytûnê lezgîntir bikin heya armancên xwe bicî bike.

 

N.O