Meclîsa PAKê: “Em bi sîyaseteke netewî û demokratîk erîşên xêrnexwazên Kurdan pûç derxînin”

Meclîsa PAKê ya nû, piştî Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî, civîna xwe ya yekemîn di rojên 18-19.11.2017an de li Amedê li dar xist.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Meclîsa PAKê li Amedê civîya. Daxûyaniyek gihand raya giştî, ku kopyeyek jê gihand K24. Ev naveroka daxûyaniya civîna Meclisa PAKê ye:

“Em bi sîyaseteke netewî û demokratîk erîşên xêrnexwazên Kurdan pûç derxînin”

Meclîsa PAKê ya nû, piştî Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî, civîna xwe ya yekemîn di rojên 18-19.11.2017an de li Amedê li dar xist.

Civîna Meclîsa PAKê bi rêzgirtina ji bo qurbanîyên erdheja Kîrmanşan û Derbendîxanê û hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Meclîsa PAKê di civîna xwe de, rewşa giştî ya li her çar perçeyên Kurdistanê û ya li Tirkîyeyê û rûdawên li Rojhilatanavîn nirxand û li gorî nexşe rê û biryarên ku di Kongreya Yekemîn a Asayî de hatibûn wergirtin, bernameya xebatê ya nû tesbît kir.

Meclîsa PAKê, ji ber karesata erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbanîyan û ji gele me re xwest û got ‘’Xwedê bi rehma xwe qurbanîyan şad bike, cîhê wan bihuşt be’’.

Meclîsa PAKê, ji bo alîkarîya mexdûrên erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê; bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û dezgehên sivîl û resmî yên cîhanê kir.

Meclîsa PAKê helwest û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya di derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê û pêk anîna azadî, demokrasî û edaletê de nirxand.

Dewleta Tirkîyeyê bi taybetî berîya referandûma sexwebûnê sîyaseta xwe ye li ser dîjîtîya Kurd de gîhand asteke herî bilind.

Bi taybetî Serokkomarê Tirkîyeyê Erdoğan dest ji wê siyaseta xwe ya li gel Başûrê Kurdistanê lihevkirî berda û hem dijayeteyî Başûr hem jî dijayetîya Bakur û Rojavayê Kurdistanê gîhand asteke nû.

Îro gelek destkeftîyên sîyasî, demokratîk, sivîl bi navê Rewşa Awarte ji holê rabûye, hatîne binpêkirin. Sîyaseta AK Partî, Serokkomarê Tirkîyeyê Erdoğan û bi giştî ya Dewlete Tirkîyeyê ya ku nuha tê meşandin, siyaseteke totalîter û şerxwaz e. Ev jî sîyaseteke pûç e û rê li ber çareserîya sîyasî digire. Lê aşkereye ku di pirsa Kurd û Kurdistanê de û di meseleya azadî, demokrasî û edaletê de ferqeke esasî di navbera partîyên din û AK Partîyê de tune ye.

Meclîsa PAKê di civîna xwe de bi berfirehî rewşa Başûrê Kurdistanê nirxand.

Meclîsa PAKê careke din piştgirîya xwe ji referanduma 25ê îlona 2017an û ji encamên wê re dîyar kir û got tu hêz dê nikaribe îradeya meşru û demokratik ya serxwebûnê tune bihesibîne.

Meclîsa PAKê di derbarê dagir kirina Kerkûkê de jî weha got: ‘’Dewletên Îran û Iraqê weke planeke mêtingehkarî ev êrîş û dagir kirin plan kirin û pêk anîn; Dewleta Tirkîyeyê jî alîkarî û piştgirîya wan kir. Amerîka, Birîtanya û hinek dewletên din jî agahdar bûn û çavên xwe ji van êrîşan re niqandin, rê dane êrîşan. Xeletî, kêmayî, şaşitî û bi taybetî îxaneta navxweyî jî bû alîkarê dagirkirina Kerkûkê û navçeyên din. Em bi tu awayî van êrîş û hewlên dagirkirinên li ser navçeyên ku mijara madeya 140î ne û yên li ser Kerkûk a ku Dilê Kurdistanê hatiye kirin, qebûl nakin û herwiha rûreş dikin’’.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partîyên sîyasî, hem divê destkeftîyên heyî biparezin û bi dewletên cîhanê re peywendîyên nû deynin, hem jî divê pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. Herweha divê rê nedinê ku îradeya meşrû ya referandûmê tune bêhesibandin.

Îro li Herêma Kurdistanê ji ber vê şikesta dawî, paşvekêşaneke demkî rûdaye. Ev rastîya jî barekî giran, dîrokî û netewî datîne ser milên Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partîyên sîyasî. Ji ber wê jî, rexne, pêşniyarî, gazind û hestên me çi dibe bila bibe, divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê, alîkar û piştgirên parastina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bin.

Meclîsa PAKê bangî Parlamento, Hikûmet û hemû partîyên sîyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku, bi awayekî objektif van bûyerên rûdane vekolin, binirxînin. Tesbîtkirin û nehîştina hemû xeletî, şaşitî, kêmayî û îxanetên derketine holê, ji bo pêşeroja gele me û welatê me, pêwîstîya herî girîng e’’.

Meclîsa PAKê got ’’Em di wê bawerîyê de ne ku ev şikest û paşvekêşana vê dawîyê, paşvekêşaneke demkî ye. Gelê Başûrê Kurdistanê yê ku di dîroka xwe de tûşî jenosîda Enfal û Helebçeyê bûyê, tûşî gelek qetlîam, şikest, şerê naxweyî û îxanetan bûye, dê van rojên zehmet û reş jî li dûv xwe bihêle. Tu hêz dê nikaribe Kerkûk a Dilê Kurdistanê ji bedena Kurdistanê veqetîne, dê tu kes nikaribe encamên referanduma serxwebûnê tune bihesibîne. Rizgarkirina Kerkûkê û îlana serxwebûnê dê bi yekgirtina hêzên pêşmerge, gelê me û partîyên sîyasî pêk bê’’.

Di derbarê helwesta Dewleta Tirkîyeyê jî Meclîsa PAKê weha got: ’’Dewleta Tirkîyeyê bi taybetî vê dema dawî, li hemberî Başûrê Kurdistanê siyaset û helwesteke hîn dagirkerî û dijminane dajo. Serokkomarê Dewleta Tirkîyeyê Erdoğan, di daxuyanîyeke xwe ya pêştir de gotibû ku, ‘Ew xeletîya ku li Bakûrê Iraqê rûdaye, emê rê nedinê ku li Bakûrê Sûrîyeyê dubare bibe’. Nuha Dewleta Tirkîyeyê vê firsenda ku ketîye deste wê bi dijminane bikar tîne û dixwaze ‘wê xeletîya ku li Bakurê Iraqê rûdabû telafi bike’. Belê Dewleta Tirkîyeyê ji bo ew destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi giştî têkbiçin, çi ji deste wê hat texsîr nekir û dê ji îro pêde jî neke’’.

Lê ev sîyaseta dijminane, ya li ser esasê dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin, ne bes li dijî Başûr, herweha li dijî gele me yê li Rojava û li Bakurê Kurdistanê jî tê meşandin.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, Dewleta Tirkîyeyê bi sîyaseta înkar, îmha û şerî, dixwaze hemû destkeftîyên gele me ji holê rake, dixwaze têkoşîna doza azadîya gele me bifetisîne.

Dewleta Tirkîyeyê ji bo doza azadîya Bakurê Kurdistanê bişkîne, ji bo ku destkeftîyên sîyasî, demokratik, sîvil yên gele me ji holê rake, di Temûza 2015an de careke din dest bi şerî kir. Nuha jî bi qedexeyên Rewşa Awarte dixwaze van êrîşan û şerê xwe berfirehtir bike.

Dewleta Tirkîyeyê, ji bo rê li ber destkeftin û statuyeke sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê bigire, siyaset û kiryarên dijminane dimeşîne. Dagirkirina Cerablûs û Îdlîbê û amadekarîyên ji bo êrîşeke li ser Efrînê, her beşeke ji vê sîyaseta dijî Kurd û Kurdistanê ye, nîşana armancên têkder û dagirker e.

Meclîsa PAKê careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dike ku, dest ji vê sîyaseta li dijî Kurd û Kurdistanê, sîyaseta şerî û ya rê li ber çareserîya sîyasî digire berde. Rêya rast, di destpêkirina çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê de ye; di bicîhanîna azadî, demokrasi û edaletê de ye. Ji bo vê jî, berîya her tiştî divê Dewleta Tirkîyeyê li gel hemû partîyên Kurdan yên li Bakurê Kurdistanê rûne û divê dest bi danûstendinên çareserîya sîyasî bike.

Meclîsa PAKê balê dikişîne ser şerê çekdarî yê PKKyê jî û dibêje “PKK divê demildest li Bakurê Kurdistanê şer rawestîne’’.

Rûdanên vê dawîyê yên li Başûrê Kurdistanê jî careke din îspat dike ku çekeke herî mezin ya di deste dijmin, dagirker û xêrnexwazên gele me de, ‘xincera jehrî’ û têkçûna yekrêzîya navxweyî ye. Divê gele me yê Rojavayê Kurdistanê dersên girîng ji tecrûbeye dagirkirina Kerkûkê derxîne. Destpêk û garantîya serkevtinê yekgirtin û yekrêzîya TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Kurdan e. Li Rojavayê Kurdistanê pêk anîna îdareyeke hevbeş, ya eskerî, sîyasî û aborî weke wazîfeyeke dîrokî û netewî li ser mile hemû partîyên Kurdan e. Bi taybetî jî dîvê TEVDEM û PYD hewcedarîyên Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê bicîh bînin. Ev yekrêzî dê bendeke xurt li himberî êrîş û planên dagirker û xêrnexwazên Kurdistanê û li himber bêdengî û çavniqandinên dewletên mezin yên li herêmê ne ava bike. Li hemberî hemû plan û êrîşan, yekgirtin û yekrêzî çeka gelê me ya herî mezin e; divê em rê nedinê ku kurmê darê, dara me hilweşîne.

Di demeke ku li Rojhilata Navîn îhtîmala guhertin û tevlihevîyên mezin di rojevê de ye, temînat û hêza herî mezin ya gele me yê Rojhilatê Kurdistanê jî, her yekrêzî û tifaqa hêzên netewî ne. Li Rojhilatê Kurdistanê yên dikarin di nav refên yek partîyê de bibin yek divê bibin yek; yên nikarin di nava yek partîyê de bibin yek divê tifaqa xwe ya netewî û demokratik pêk bînin.

Rewşa her çar perçeyên Kurdistanê nişan dide ku, îro şerd û bingeha li dar xistina ‘’Kongreyeke Netewî’’ tuneye. Kongreya Netewî di doza azadîya gele Kurdistanê de, nirx û dezgeheke herî bi rûmet û bilind e. Divê bi pêşniyarî û hewlên ku ne di wext de û ji naveroka Kongreya Netewî dûr, em rêya Kongreya Netewî nexetimînin û vê dezgeha giranbiha bêqîmet nekin. Lê li her perçeyekî Kurdistanê , li ser prensîbên netewî, pêk anîna hevkarî û tifaqên netewî û demokratîk hîn mimkuntur e. Divê em ji vê dest pê bikin. Li gel hevkarî û tifaqên li her perçeyekî Kurdistanê, em dikarin Koordînasyona Netewî û Demokratik di nava her çar perçeyên Kurdistanê de bihûnin.

Di sala 2019an de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê hilbijartinên Şaredarîyê, Parlamentoyê û Serokkomarîyê dê li dar bikeve. Ji bo em weke alîyê Kurd û Kurdistanî bikaribin ji nuha ve helwesteke hevbeş di van hilbijartinan de pêk bînin, pêwîstî bi dîyalog û şêwreke berfireh ya netewî û demokratîk heye.

Piştî di Temûza 2015an de şer dîsa destpê bû , PAK jî din nav de, partî û hereketên Kurdistanî li himber vî şerî hevkarîyek li dar xistin. Ev hevkarîya, bi Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê gihîşte asteke baştir û pêşdetir. Bi pêşengî û organizasyona partîyên sîyasî, pêwîstî bi hûnandina hevkarî û tifaqeke berfireh ku pêkhateyên civakê û şexsîyetên navdar jî tê de cîh bigirin heye. Lê divê hevkarî û tifaq gav bi gav bêne danîn û bar û mîsyonên ku ji hêza xwe zêdetir hilnegire.Ya girîng ew e ku hevkarî û tifaq bes di peyvê de û li ser kaxezan nemine; li ser esasê karkirinê hevkarî bêne ava kirin û pêşxistin.

Piştî ku di Temûza 2015an de dîsa şer destpê bû, herweha hewla “darbeya eskerî” şikest xwar û rewşa awarte hate îlan kirin; li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di xebata sivîl, sîyasî, demokratik û girseyî ya netewî de paşketin û şikesteke berbiçav rûda. Ji xwe tiştê ku Dewleta Tirkîyeyê dixwest jî ev bû. Vê şikesta li Bakûr rûdaye, di piştgirî û xwedîlêderketina referandûma Başûr û di protestokirina dagirkirina Kerkûkê de xwe da der. Mixabin, ji xeynî hinek xebatên Însîyatîfa Referandûmê , hema hema tu çalaki û xebateke fiîlî li dar neket, ew jî ne bi girseyî bûn.

Belê îro li Bakurê Kurdistanê gelek destkeftîyên gelê me hatine binpê kirin, ji dest çûne. Ji ber wê jî, ji bo vejîn û li xwe vegereke nû, li gorî rewş û şerdên heyî, pêwîstî bi şêwe û rê û awirên nû hene. Divê em bizanibin ku, ne bes şikesta li Bakur, herweha şikest û paşvekêşana demkî ya li Başûr ku bi dagirbûna Kerkûkê rûdaye jî , bandoreke neyênî li ser xebata doza azadîya Bakurê Kurdistanê dike. Ji bo ku em bikaribin birînên van şikestan bipêçin û ji nû ve bi hestên netewî gele xwe bi rêxistin bikin û rakin ser piyan, divê em li Bakurê Kurdistanê du pêwîstîyên esasî bicîh bînin. Pêwîstîya yekemin, li Bakur pêkanîna hevkarî û tifaqên netewî û demokratîk in. Ya duwemîn jî, partîyeke çalak, girseyî, netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî ye. Ev herdu pêwîstî herweha dê li Bakurê Kurdistanê bibin garantîya sîyaseteke pir reng û pir deng jî.

PAK van herdu pêwîstîyan jî weke esasen rêbaza xwe dihesibîne. PAK ji berîya damezrandina xwe heta îro her yekgirtina hemû partî, grûp û kadroyên netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî parastî ye. Lê mixabin, ew alîyên peywendîdar, bersîva vê daxwaz û sîyaseta PAKê nedane. Ev yeka helbete ku dê PAKê ji vê rêya wê venegerîne; PAK dê her vê sîyaseta xwe biparêze. Lê ‘kevirê giran yê ne avêtinê ye’. Heger ev yekgirtina berfireh nebe, divê em ji cîhekî biçûk jî be dest bi hûnandina vê armancê bikin. Ji ber wê jî em bangî hemû kadroyên serbixwe yên netewî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî dikin ku, bi PAKê re bibin yek, bibin xwedîyê PAKê da ku em bi hevdu re rêya partîyeke xurtir û girseyî xweştir bikin.

Di Civîna Meclîsa PAKê de, Komîteya Birevebirîya Navendî ya nû hate hilbijartin û li gorî bernameya xebatê wazîfeyên pêwîst hatin dabeş kirin.

21.11.2017

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê