Sûriye û Rûsya liser rûdanan hevahengiya xwe radighînin

Serokê Sûriyê danûstandinên Astana, rêkeftina Idlib û şerê grûbên çekdar li wê parêzgehê bi şandek Rûsyayê re gengeşe kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê danûstandinên Astana, rêkeftina Idlib û şerê grûbên çekdar li wê parêzgehê bi şandek Rûsyayê re gengeşe kir.

Serokatiya Sûriyê di daxûyaniyekê de ragihandiye, Serokê Sûriyê Beşar Esed digel şandek Rûsyayê, ku ji Nûnerê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiêv û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin pêkhatibû, civiya.

Di civînê de, rewşa Sûriyê û gera bê ya danûstandinên Astana hatin gengeşe kirin, û her dû aliyan tekezî li berdewamiya hemahengiyê kirin,

Serokê Sûriyê tekezî li wê yekê kir, divê di vê gera Astana de astengiyên li pêşya bicîkirina Rêkeftina Idlibê bên gengeşekirin û giringiya şerê grûbên çekdar ên li wê parêzgehê, bê dayîn.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Serokê Rûsyayê tekezî li serkeftina gera nû ya danûstandinên Astana, çi di derbarê nehiştina terorê de, yan rewşa siyasî û Komîteya Destûra Sûriyê, û çi jî, çarenivîsa kesên wenda û vegerandina penaberên Sûrî û jinû avakirina navçeyên ku hatine wêrankirin, kir.

Beriya seredana Şamê, wê şanda Rûsî seredana S'iûdiyê kiribû û digel Cîhnişînê S'iûdiyê Mhemed bin Selman civiyabû.

 

 

C.B