Cefer Êmînkî: Divê dayîna postan ji bo Kurdan li ser binemaya netewî be

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cefer Êmînkî ragihand, tiştê ku li cem PDKê giring e, di hikûmeta dahatî ya Iraqê de, hevbeşiyeke rasteqîne, lihevkirin û hevsengî ye.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cefer Êmînkî ragihand, tiştê ku li cem PDKê giring e, di hikûmeta dahatî ya Iraqê de, hevbeşiyeke rasteqîne, lihevkirin û hevsengî ye.

Li ser wergirtina postan li Bexdayê Endamê Polîtburoya PDKê got, divê dayîna postan ji bo Kurdan li ser binemayên netewî be, ne li ser binemayên partîtî.

Cefer Êmînkî li Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan beşdarî studiya vekirî ya K24ê bû û got: “PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevdu qebûl dikin û pêwendiyên di navbeyna wan de berdewam in.”

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, tevî aloziyên ku di medyayê de diyar dibin, PDK û YNK hevûdu xwendine û hevûdu qebûl kirine.

 

S. B