Hest û ramanên xwe bi wêneyan tînin der

Li Enqera Paytexta Tirkiyê ji aliyê Komeleya Hûnermendên Wênekêşiyê yên Enqerê ve 8emîn pêşangeha navneteweyî ya Wêneyan hate lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqera Paytexta Tirkiyê ji aliyê Komeleya Hûnermendên Wênekêşiyê yên Enqerê ve 8emîn pêşangeha navneteweyî ya Wêneyan hate lidarxistin. Li seranserê Tirkiyê û welatên biyanî bi sedan hunermendên wênekêşiyê beşdarî pêşangehê bûn û bi wêneyên xwe yên ciyawaz hest û ramanên xwe der tînin.

Çawa ku nivîskarek ango helbetstvanek hest û ramanên xwe bi hûnera xwe derdixin pêş, Wênekêş jî bi wêneyên ku dikşînin dikevin pey peydakirina aramiyê û ramanên xwe bê wêneyan der tînin. Bo mînak bi wan wêneyan deriyê jiyana xwe ya cihêreng ji bo hûnerhezan vekiriye wênekêş. Ev wêneyên ku hûn dibînin ji pêşangehek li Enqerê ye ku ji aliyê Komleya Hûnermendên Wênekêşan ve ji Tirkiyê û welatên wek Amerîka, Bangladeş, Îran, Îtalya û Btrîtanyayê bi beşdarîbûna sedan hûnermendên wênekêşiyê ve hate lidar xistin.

Serokê Komeleya Hûnermendên Wênekêşan Koray Olşan ji K24ê re wiha axivî: "Wêne ji bo min jiyan bixwe ye. Ez ji wênekêşiyê gelek hez dikim loma ji bo ku balê bikşînim li ser giringiya wêne û wênekêşiyê me ev çalakiya nevneteweyî pêk anî. Wênekêşî hûnereke gerdûnî û dewlemendiyeke bêhempa ye me jî xwast xwediyên vê hunerê bên bal hev du."

Mêvanê pêşangehê ye herî giring wênekêş û rexnegirê hûnerê yê navdar yê Amerîkî Terry Barret bû. Barret jî dibêje ji bo wî her wêneyek cîhanek cihêrenge û huner çiqas bê rexnekirin ev qas berhemên baştir derdikevin holê.

Terry Barret ji K24ê re got: “Dema ku ez berê xwe didin wêneyekê yan jî wênekeyê dikêşim ne tene wateyek bi saden wate ji bo min derdikevin holê. Ez bi rêya nirxandin û rexneyê wateyên herî balkêş peyda dikim di wêneyan de. Wêneyên li vie jî her yek ji bo min cîhanek e."

Bi boçûna wênekêş Osman Bozkurtê ku ev 30 sal in wêneyan dikşîne jî, wênekêşî jiyana wî ya teybet e û li gor dilê xwe çi û kê hes bike di vê jiyana wî de cih digre.

Osman Bozkurt dibêje: "Em di cihana dîmenan de dijîn û bi milyonan dîmen jiyana rojane de derdikevin pêşberî me. Wênekêşî ji bo min hûnera neqşekirina jiyana min e. Di vê pêşangehê de jî min jiyana bi sedan hûnermendan dît."

Ev pêşangeha ku nêzîkê 500 wêneyên ciyawaz yên li seranserê Tirkiyê û weltên biyanî tên pêşandan, ji bo hûnerhezan heta dawîya mehê dê wekirî bimîne.