Tirkiye hewl dide, pêwendiyên xwe ligel Yekîtiya Ewrûpa baş bike

Pispor di vê baweriyê de ne ku ev pêngavên tenê avêtin ji bo pêşeroja têkiliyên nû erênî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye ya ku di çend mijaran de ligel Emerîkayê din ava rageşiyê de ye û di têkiliyên xwe yên li gel Rûsyayê de di çend mijaran de li hemerî Moskovayê nebawer e, carek din berê xwe dide Birûkselê. Enqere ev heyamek dirêje ku wekî Emerîkayê li gel Yekîtiya Ewropayê (YE)  jî di nava rageşiyê de ye hewl dide ku têkiliyên xwe sererast bike. Enqerê ji bo vê yekê di guherîna çend yaseyan de pêngav avêtin. Li gorî pisporan dema Yekitiya Ewropa jî ya ku di vê mijarê de erênî difikire çend pêngavan biavêje ji bo başbûna têkiliyan dê gavên girîng bên bidestxistin.

Berî niha di navbera Enqere û Brûkselê de rêkeftinek hatibû îmzekirin, ku ji bo Tirkiyê serbestiya vîzeyê bihata dabînkirin û beramberî vê yekê Tirkiyê jî dê çend guherînên yasayî pêk bianîba. Lê ji ber gengeşiyên ku rû dan e di vê mijarê de tu pêngav nehatibûn avêtin.

 Di heyamên dawî de peyamên erênî yên Yekîtiya Ewropayê yên derbarê vîzeyan de li Enqerê deng weda û piştî civîna çar wezîrên Tirk, pêngavên ku Tirkiye dê bavêje hatin diyarkirn.

Pispor di vê baweriyê de ne ku ev pêngavên tenê avêtin ji bo dehatûya têkiliyên nû erênî ne.

Prof. Dr. Murat Erdogan - Pisporê Yekîtiya Ewropayê li van pêngavan erênî dinere:

“Belgeya ku helwesta Tirkiyê ya li ser Yekîtiya Ewropayê nîşan dide bi yekdengî encam da. Tê gotin di guftûgoyên digel Yekîtiya Ewropayê de gavên ku der barê cîbicîkirina 7 krîteran de dê bên avêtin hatine diyarkirin. Bêguman cîbicîkirina hemû daxwazên 28 welatan zehmet e, lê Tirkiye hewl dide ku bi damezrînerê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê Almanya re pêwendiyên xwe bi pêş bixe û bi vî awayî dixwaze prose zûtir encam bide”.

Li gorî Pisporê Yekîtiya Ewropayê Murat Erdogan, Tirkiye di herêmeke bêîstîqrar de ye û Polîtîkayên Tirkiyê yên nêzîkbûna Moskova û Îranê têra xwe dîtina Tirkiyê nake. Loma her çiqas li gel Emerîkayê kêşe neyên çareserkirin jî mimkûn e ku ligel Yekîtıya Ewropayê pêngav bên avêtin.

Burhanettîn Duran jî, ku di saziya ramanan ya girîng SETA ya ku nêzîkê hikûmetê ye de û direktorê polîtîkayên derve ye di heman fikre de ye.

Burhanettîn Duran - Pisporê Polîtîkayên Derve dîtina xwe weha tine ziman:

“Amerîka hewl dide ku pêwendiyên Tirkiye bi Rûsya re zêde pêş nekeve. Yekîtiya Ewropayê jî di heman dîtinê de ye. Lê divê daxwazên rewa yên Tirkiyê werin bicîhkirin. Ji aliyê din ve hevkariya Tirkiye digel Rûsya û Îranê bi mebeste dijiyetiya Amerîka û Ewropa nîn e bo hevsengiyê ye. Eger Amerîka û Ewropa di vê mijarê de helwesteke erênî nîşan bide Tirkiye ji bo vê amade ye”.

 Li aliyê Enqere û Brukselê peyamên erênî tê belavkirin û tê çaverêkirin nexşerêya ku ji aliyê 4 wezîran ve hatiye amadekirin di rojên pêş de pêşkêşî Serokkomar Erdogan dê bê kirin. Eger Erdogan bêje – Erê, nexşerêya heyî di 12ê vê mehê de di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de dê bê guftûgokirin.